Amerîkayê hin cezayên nû li ser Îranê sepandin

.

 Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku, bi dehan kes, qeware û keştî xistine lîsta cezayan ku ji Îran û Rûsyayê petrol bo çaraliyên cîhanê veguhastiye.

Nivîsîngeha Kontrolkirina Mal û Milkên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê îro (Çarşem, 30ê Tîrmeha 2025ê) di daxuyaniyekê de amaje da, “Amerîkayê mezintirîn pakêta cezayan li ser Îranê sepand, ku ji sala 2018ê heta niha cezayên wekî wê nebûne.”

Wê wezaretê amaje jî da, “Di çarçoveya kampanyaya cezayên wan ên li ser Îranê de, wan 12 kes, zêdetirî 70 qewareyan, 62 keştîyên Îranî û alîkarên wî welatî xistine lîsta cezayan.”

Wezareta navbirî tekez jî kir, “Ew tora hatiye cezakirin petrol ji Îran û Rûsyayê bo çaraliyên cîhanê veguhastiye, herwesa wê torê ji bo Hikûmeta Îranê bi milyaran dolar qezenc kirine.”

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê eşkere jî kir, “Hin ji keştîyên wê torê mûşek û materyalên girêdayî êkirina dronan ji bo Rûsyayê vediguhastin.”

Ev jî di demekê de ye ku, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê li roja 9ê Tîrmeha 2025ê 21 dezgehên Îranê û alîkarên wê xistine lîsta cezayan.

Kurdistan Haberleri

Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne