Amerîkayê grûpeke din a ser bi Heşda Şeibî ve xiste lîsta terorê

Wezareta Derve ya Amerîkayê, tevgera Esayib Ehil Heq xiste lîsta terorê.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Derve ya Amerîkayê aşkere kir ku wan, navê Esayib Ehil Heq ku grûpeke ser bi Heşda Şeibî ve ye, li lîsteya rêxistinên terorî zêde kirine.

Herwiha di daxuyanîyê de Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Emîndarê Giştî yê Esaîb Ehlî Heq, Qeyis Xezelî û cîgirê wî Leyis El Xezelî xistin lîsta terorê.

Hatîye dîyarkirin ku ev pêngav weke bergirîyek li hemberî egera encamdana êrişên terorî yên wê grûpê hatîye wergirtin û hatîye gotin ku her kes û sazîyên ku kar û peywendî hebe li gel vê rêxistinê, dê were sizadankirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi wê kirîye ku Esayib Ehil Heq ji alîyê Supaya Pasdaran a Îranê ve rahênana wê pêk tê û herwiha aborîya xwe jî ji alîyê Îranê ve dabîn dike.

 

Rûdaw

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin