Amerîkayê êrişî Îranê kir

.

 Berpirsekî Amerîkayî ragihand ku hêzên Amerîkayê li Girava Larkê ya li başûrê Îranê êrişî 2 platformên mûşekan ên Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê kir.

Medyaya Îranê ragihand ku di vê êrişê de 2 kes hatine kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûne.

Hedef Tengava Hurmizê bû

Berpirsê Amerîkayî yê ku nexwestiye navê wî eşkere bibe, diyar kir ku êrişa îro di wî demî de hatiye kirin ku ew platformên mûşekan dihatin amadekirin.

Wî da zanîn ku armanca wan amadehiyan ew bûye ku çend mûşekan ber bi Tengava Hurmizê ve biavêjin û ewlehiya tevgera keştiyan têk bidin.

"Hêzên me di nava amadehiyê de ne"

Li gorî gotina wî berpirsî, hêzên Amerîkayê bi hûrgilî çavdêriya herêmê dikin û ji bo parastina tevgera keştiyan a li wê rêya avî ya stratejîk di nava amadehiyê de ne.

Wî destnîşan kir ku ew dê rê li ber her hewlên Tehranê bigirin ku bixwaze Tengava Hurmizê bigire yan jî bazirganiya cîhanî têk bide.

Divê were gotin ku Tengava Hurmizê bûye navenda rîkeberiyeke tund a leşkerî û dîplomatîk a di navbera Washington û Tehranê de.

Her du aliyan çend rojên borî çend caran êrişî hevdû kiriye.

Kurdistan Haberleri

Kawa Ezîzî: Dema wê hatiye ku li Rojavayê Kurdistanê hejmûniya PKKê bi dawî bibe û navmala kurd bê rêxistin kirin
Gelê Amûdê li dijî sînordarkirina zimanê Kurdî derket qadan
Mamosteyên Kurd biryara Wezareta Perwerdeyê red kir
Rêjîma Îranê ji çendîn bajaran ve mûşek avêtine welatên cîran û deverê
Partiyên Kurdistanî li Xaneqînê li dijî ‘erebkirinê’ dadikevin qadan