Amerîkayê êrişî 3 tesîsên nukleerî yên Îranê kir

.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan êrişî tesîsên nukleerî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê yên li Îranê kiriye.

Trump da zanîn ku balafirên wan asmanê Îranê li dû xwe hiştiye û êrişên wan bi awayekî serkeftî hatine pêkanîn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump êrişên xwe yê li bingehên atomî yên Îranê wekî “pir serkeftî” bi nav kir û anî ziman:

“Bombebaraneke giran li tesîsa serekî Fordoyê hat kirin. Hemû balafir bi selametî di rêya vegera malê de ne.

Ti leşkerên din li cîhanê nînin ku karibin vê bikin. Niha dema aştiyê ye!”

Donald Trump di 24 demjimêrên dawî de du civînên şêwirê bi Konseya Ewlehiya Niştimanî re pêk anîn.

Amerîkayê berî vê gelek balafirek stratejîk ên cureya B-2 ber bi herêmê şandibûn ku qabiliyeta wan a hilgirtina bombeyên dijwar heye.

Trump 2 hefte ji bo dîplomasiyê diyar kiribûn û ragihand, ew rêya çareseriya dîplomatîk dixwazin bigirine ber xwe.

Li gorî ragihandina Trump diyar e ku bijardeya leşkerî hatiye bicihanîn.

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da