AMERÎKAYÊ CARDIN TIRKIYE HIŞYAR KIR: HEKE S-400AN BIKIRRE...

Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragehand, kirîna sîstema berevaniya mûşekî ya Rûsî S-400, dê ji bo Tirkiyê encamên xerap bi xwe re bîne.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîka Eric Pahon da zanîn, eger Tirkiye mûşekên Rûsî S-400 bikire, ev yêk dê diwarê pêwendiyên Amerika û Tirkiyê û warê bazirganiya parastinê de encamên xirab bi xwe re bîne.

Pahon got: Ji bo ku Tirkiye esmanê xwe biparêze, em hevkarî û alternatifekê digerin û em li gel Tirkiyê di nav danûstandinan de ne.

Eric Pahon got: Me berê jî Tirkiye hişyar kiriye ku ew endameke NATOyê ye û em giringiyê didin endametiya Tirkiyê.

(BasNews)

Avrupa Haberleri

PWK-SWÊD, LI STOCKHOLM Û ÛPSALAYÊ CIVÎNÊN AGAHDARÎYÊ LI DAR XIST
Li Fransayê hezar polîs birîndar bûn û nêzîkî 2400 kesî hatin desteserkirin
Hişyariya Macron: Kesên tundiyê dikin dê werin cezakirin
Li 5 welatên Ewropayê xwendekar û mamoste daketin kolanan
Li Vatîkanê ala Kurdistanê hat bilindkirin: Têkilî kûr dibin