Amerîkayê bi fermî dest bi vekêşandina hêzên xwe yên li Iraqê kir

Ajansa nûçeyan a France Press ragehand, ku Amerîkayê bi awayekî fermî Iraq agahdar kirîye derbarê rêkarên vekêşandina hêzên xwe yên li wî welatî daye destpê kirin.

Navenda Nûçeyan- Fermandarê hêzên Amerîkayê yên li Iraqê Wiliam H. Seely nivîseke fermî ji fermandarîya hêza operasyonên hevbeş ên Bexdayê yên ser bi wezareta berevanîya Iraqê re rêkirîye û hûrgilîyên vekêşandina hêzên hevpeyman li Iraqê aşkera kirîye.

Fermandar Seely ragehandîye ku di heyama çend roj û heftîyên pêş de rêkarên vekêşandinê dê bicîh bînin û ev yek jî wek rêz girtin ji serwerîya Iraqê re ye, ku serokwezîrê Iraqê û parlamentoyê daxwaz ji wan kirîye.

Derbarê hûrgilîyên derxistina hêzên xwe de jî amaje bi wê yekê kirîye ku şevên pêş de, di dema bicîhanîna biryara vêkêşînê de hatûçûna helîkopterên wan li esmanê navçeya Kesk a Bexdayê dê zêde bibe.

Basnews

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da