Amerîkayê bang li Iraqê kir: Êrîşên ser Kurdistanê rawestanîn!

.

Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê bi daxuyaniyekê bang li hikûmeta Iraqê kir ku komên çekdar ên ku van demên dawî êrîşên bi balafirên bêmirov (drone) li ser Herêma Kurdistanê pêk anîne, rawestîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên 14 û 15ê Tîrmehê yên li ser qadên petrolê yên Hurmela û Sêrsemkê "kiryarên nayên qebûlkirin in ku binesaziya girîng dikin armanc."

Amerîkayê ev êrîş şermezar kir û ji Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanî xwest ku rê li ber van êrîşan bigire. Herwiha Balyozxaneyê ji Hikûmeta Iraqê xwest, lêkolînê li ser van êrişan bike û berpirsiyarên êrişan eşkere bike.

Hêjayî gotinê ye, Konsulxaneya Amerîka ya Hewlêrê bi daxuyaniyekê êrîşiên ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê şeremzar kiribû û nerazîbûna xwe nîşan dabû.

Kurdistan Haberleri

Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne