Amerîka: Şingal ne cihê PKK ye

John Kirby, berdevkê wezareta derve ya Amerîkayê di çavpêketineka çapemenî de ragihand ku "pêwîste PKK ji Şingalê derkeve jibo ku Şingal ne cihê wê ye."

John Kirby, berdevkê wezareta derve ya Amerîkayê di çavpêketineka çapemenî de ragihand ku "pêwîste PKK ji Şingalê derkeve jibo ku Şingal ne cihê wê ye."

Kirby her weha diyarkir ku "PKK cih di nav lista rêxistinên terorîst ya amerîkî de digire û nabe ku tu roleka wê li Şingalê hebe". Bi nerîna Kirby PKK li Şingalê bûye berbestek li pêş pêkanîna lihavhatina civakî û vegera koçberên herêmê li ser mal û zeviyên xwe.

Tê bawerkirin ku dora 300 çekdarên PKK li navenda bajarê Şingalê û li ser ciyayê dorûbera wî hene. Lê PKK li wê derê mîlîsek ji kurdên êzîdî di bin serokatiya Heyder Şeşo da avakiriya ku xwe beşek ji "Heşdê Şe'bî" yê şî'yî dijmêra û mûçe yê xwe ji hukumeta Iraqê wedigire.

Peywendiyên PKK bi Iranê re gelek bi hêz in, û ew mîna hevpeymaneka Iranê li her yek li Iraq û Sûriyê de tê naskirin.

Zêravnên siyasî di wê bawerî de ne ku hebûna PKK li Şingalê beşeka ji planeka stratîcîk ya rêvebirên Tehranê ye jibo berbestkirina projeya serxwebûna Kurdistanê, herweha jibo dabînkirina "korîdoreka şî'yî" ye ku Iranê bi hevalbendên wê li Sûriyê û Lubnan ve girêbide.(E.B)

Rojhilta Navîn Haberleri

Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin
PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin