Amerîka: "Nêzbûna PDK-YNK ê bo Kurdistanê erêniye”

.

Balyozê Amerîkayê yê Hewlêrê Rob Waller di panelekî de axifî û got ku nêzbûna Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan û koordinasyona navbera wan wê bandoreka raste rast bo ser plana xaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê bike.

Rob Waller di penala bi navê ‘Sektora Xaza Xwezayî ya li Herêma Kurdistanê ‘ de ya ku ji aliyê Enstîtuya Washingtonê de hatibû sazkirin de got ku pêvajoya nêzbûna PDK û YNK ê dewam dike û di mijarê de pêşketin heye.

Balyozê Amerîkayê yê Hewlêrê Waller di axaftina panelê de weha got:

“Berya werim civînê, bi dostên xwe yên Kurdistanê re axifîm. Li gor min têkiliyên navbera PDK û YNK ê bipêş dikevin. Hêvî dikim ku rojên pêş de em xeberên xweş bibihîzin.”

Waller, di axaftina xwede behsa têkiliyên navbera Goran û partiyên din jî kir û got ku atmosferekî xweş çêbûye û ev pêvajo ne tenha bo partiyên siyasî lê wê bibe sedema çareseriya berjewendiyên xelkê Kurdistanê.

Balyoz, di panelê de got ku her dû partî PDK û YNK di 20 salên borî de bandora wan hebûye, ne tenê berjewendiyên partiyên xwe, hukumeta federal parastine û lihev kirine. Dema têkiliyên navbera her dû partiyan qels bûne, bandora wan ya li Bexdayê jî kêm bûye û bo xurtkirina hevkariya partiyan tiştên bikeve aliyê wan dê bikin.

Rob Waller di dewama axaftina xwe de got ku hevkariya partiyan ne tenha bo pêşdeçûna sektora ‘xaza xwezayê ya Herêma kurdistanê’ lê bo temamê herêmê girîng e.


 

Kurdistan Haberleri

Sido Sidîq: Çend gotin bo 40 rojîya wefata Yusuf Bozarslan
Mîkaîl Aslan: Çi hesteke xweş e ku em li ser axa xwe azad in! 15 demjimêr berê
Azadiya Çapemeniyê: Tirkiye di rêza 158an de ye
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Amedê çû seredana PWK, PSK, AKP, DEM Partî û PDK-Tyê
Îsraîlê bersivand: Tirkiyeyê bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re rawestand?