"Amerîka nahêle Iraq S-400 bikire"

Endamê Parlementoya Iraqê yê li Fraksiyona Hevpeymaniya Feth Mihemed Kerîm ragihand; Amerîka li dijî wê yekê sekiniye ku hikûmeta Iraqê ji Rûsyayê sîstema berevaniyê ya mûşekî S-400 bikire.

 

Mihemed Kerîm di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand: “Pêşbînî dihate kirin ku Iraq ligel Rûsyayê peymana kirîna sîstema berevaniyê ya mûşekî S-3000 û S-400 bike, lê aliyê Amerîkayê li dijî vê mijarê sekinî û bi awayekî eşkere ji Iraqê re ragihand ku nahêle wê sîstema Rûsyayê bikire.”

Kerîm herwiha eşkere kir: “Amerîkayê ti sîstemek li şûna wê, nîşan neda, lê li ber kirîna sîstema Rûsî, bûye asteng û nahêle Iraq şiyana xwe ji aliyê berevaniya esmanî ve pêş bixe.”

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Cume Inad bi yaweriya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana welatên Brîtanya, Fransa û Almanyayê kir û li gor zanyariyan, di wê serdanê de mijara pirçekkirina artêşa Iraqê, yek ji ajendayên civînên wan e.

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike