Amerîka: Mafê Îsraîlê ye li hember moşekan parastina xwe bike!

.

 Koşka Spî li ser bûyer û aloziyên navbera Filîstîn û Îsraîlê daxuyaniyeke girîng da û ragihand, mafê Îsraîlê ye ku li hember moşekên Hemasê parastina xwe bike.

Berdevka Koşka Spî ya Amerîkayê Jen Psakî, di civîna rojnamevanî de herwiha li ser mijarê da zanîn ku Serok Joe Biden rewşê ji nêzîk ve dişopîne û kêmkirina rageşiyê li herêmê wekî karê sereke dibîne.

Psakî diyar kir ku ew avêtina moşekan ji aliyê Hemasê û komên din ên terorî ve şermezar dikin û got, “Emê di piştevanîkirina çareseriya du dewletî bo Îsraîl-Filîstînê de berdewam bin. Ev yekane çareseriye bo gelên her du welatan ku bo wê têkoşînê didin.”

Berdevka Koşka Spî ragihand ku Biden peyamek ji Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas re şandiye û pêwîstiya bidawîkirina krîzê aniye ziman.


 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike