Amerîka lîsteya cezayên ser Iraqê radestî Berhem Salih dike

Doh Washingtonê wêneyekî lîsteya cezayên amadekirî bo ser Iraqê radestî serokkomarê Iraqê Berhem Salih kirîye, ev jî li hember hewldanên Iraqê yên derxistina hêzên Amerîkayê li ser axa welat pêktê.

Navenda Nûçeyan- Li gor ajansa rûsî ya sputnîkê bi zimanê çavkanîyekî dîwana serokatîya komara Iraqê belav kir ku Washingtonê wêneyekî yasaya cezayên Amerîkayê bo ser Iraqê radestî Berhem Salih kirîye, ku eger Iraq rijd be li ser derxistina hêzên Iraqî li ser axa Iraqê dê ew ceza bên cîbicîh kirin.

Rêkirina wê wêneyî cezayên Amerîkayê bo wê ye ku Iraqê agahdar bike, ku eger rastî cezayên Amerîkayê bê dê rastî çarenivîsekî reş bê.

Heman çavkanîyê aşkera kir, eger hikûmeta Iraqê rijd be li ser bicîhanîna biryara parlamentoya Iraqê, ku bi dengên şîeyan hatîye derxistin, wê demê Amerîka dê wan cezayan bicîhbîne, ku ji serokkomarê Iraqê re rêkirîye.

Basnews

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin