Amerîka li dijî rêxistina Hîzbullahê sizayên nû ragihand

.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîka li dijî rêxistina Hîzbullahê sizayên nû ragihand.

Li gor hat ragihandin, di çarçoveya sizayan de, Xezîneya Amerîkî li dijî karsazê Lubnanî Ehmed Celal Reda Abdullah, hevkarên wî û kompanpîyên wî xist nava lîsta sizayan.

Herwiha Wezaretê eşkere kir, Abdullah û pênc hevkarên wî û heşt kompanpîyên wî yên li Lubnan û Iraqê ketine nava lîsteya Toleyan a Ofîsa Kontrolkirina Hebûnên Biyanî ya Wezareta Xezîneya Amerîka.

Wezareta Amerîkî eşkere kir, Abdullah karbidestekî Hîzbullah e û endamekî çalak yê tora darayî ya cîhanî ye.

Di berdewamiyê de Wezareta Amerîkî destnîşan kir, Abdullah bi dehsalan e piştgiriyê dide Hizbullahê û li gelek welatan bazirganiyê dike qazancên wan veguhestinê koma bi piştgiriya Îranê.

Xezîneya Amerîkî diyar kir, Abdullah karmend û xizmên xwe yên payebilind bi kar anîne ku li seranserê Rojhilata Navîn ser navê Hizbullahê karsaziyên nû ava bikin.

Rojhilta Navîn Haberleri

ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene
Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin