Amerîka leşkerên xwe li 'Sînorê Binxetê' bi cî kir!

Erdogan gotibû; "ewê destûrê nedin li ser sînorê wan yê başûr korîdoreka terorê were avakirin"

Hat ragihandin, Amerîka 28ê Nîsana 2017ê danê êvarê ji bo ku pêşî li pevçûnên di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Tirkiyeyê de bigire, wesayîtên xwe yên zirhî ku alaya Amerîkayê li ser wan hatine bilindkirin, li ser sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê de bi cih kir.

Li gorî wan agahiyan, hêzên amerîkî her ji sînorê Kobanê heta Qamişloyê bicih dibin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyib Erdogan îro berê nîvroyê li Stenbolê di 8emîn Zîrveya Konseya Atlantîk de gotibû; ewê destûrê nedin li ser sînorê wan yê başûr korîdoreka terorê were avakirin; hin cahil hene li gorî xwe Kabîneya Wezîran avakirine, ewê wêya bêbersiv nehêlin. Li Bakurê Sûrîyeyê ewe tu carî nehêlin dewleteka Kurd ava bibe.

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin