Amerîka, ji bo ku Tirkiye mûdaxele neke ala xwe li Girê Spî daleqand

Amerîka, li bajarê gire Spî ku di bin kontrola PYD de ye ji bo ku rê li ber mûdaxeleya Tirkiyeyê bibire li gelek nuqteyan ala xwe daleqand

Amerîka, li bajarê gire Spî ku di bin kontrola PYD (Partiya Yekîtiya Demokratîk) de ye ji bo ku rê li ber mûdaxeleya Tirkiyeyê bibire li gelek nuqteyan ala xwe daleqand.

Rêvebiriya Amerîkaye, ji bo îhtîmala ku Artêşa Tirkiye û grûbên bi Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) ve girêdayî operasyonê li bajarê Girê Spî nekin, li gelek nuqteyên bajêr ala xwe daleqand.

Berpirsekî kurd li bajarê Girê Spî di axaftina xwe ya ajansa Sputnîkê de gotiye: "Tirkiye di rojên dawî de ji bo ku êrişî bajarê Girê Spî bike amadehiyan dike. Nav di eşîrên ereb ên li bajêr dide û wan li hemberî me bi çek dike, di vê mijarê de me îstîxbarat wergirt. Tirkiye Reqqayê dike mahne û dixwaze li ser rêya Girê Spî here Reqqayê, armanca wan ne Reqqaye bi vê mahnê dixwazin Girê Spî dagir bikin.

Berpirsê kurd di axaftina xwe de got: "Me ev mijar bi hevalbendê xwe Amerîkayê re îstîşare kir. Fermandarekî Artêşa Amerîkayê hate bajêr û ji bo ku Artêşa Tirkiyeyê mûdaxeleya Girê Spî neke li çend nuqteyan ala amerîkî daleqand"
sputniknews

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike