Amerîka ji Baregeha Qesrikê derdikeve

.

Amerîka leşkerên xwe yên li Baregeha Qesrikê ya li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê vedikişîne.

Li gorî zanyariyên leşkerên Amerîkayê dest bi valakirina Baregeha Qesrikê kir.

Baregeh li nêzîkî xeta Til Temirê ya ser bi Hisîçayê ve ye.

Bi dehan barhilgirên lojîstîkî ku kel û pelên leşkerî yên nav baregehê vediguhêzin bi rê ketin.

Karwananê ku ji baregeha Qesrikê derket ber bi Herêma Kurdistanê ve bi rê ket.

Amadekariyên vekişîna temamî

Amerîka, di meha dawî de ji baregehên xwe yên leşkerî yên li herêmên Şedadê û Tenefê vekişiyabû.

Artêşa Amerîkayê niha li xalên xwe yên li Rimêlan, Xirab Cîr û Life Stoneê dimîne û hebûna xwe didomîne.

Tê diyarkirin ku bi valakirina Baregeha Qesrikê re, Amerîka amadekariyê dike ku dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê bîne.

Plana Amerîkayê ya 2 mehan

Rojnameya The Wall Street Journalê ragihandibû ku veguhastina çekdarên DAIŞê ya ji bo Îraqê temam bûye.

Rojnameyê nivîsandibû ku ji ber vê yekê artêşa Amerîkayê amadekariyê dike ku leşkerên xwe yên li Sûriyeyê bi temamî vekişîne.

Li gorî rojnameyê Amerîka dê nêzîkî hezar leşkerên xwe di nava 2 mehan de vekişîne.

Amerîkayê ji sala 2015an ve di çarçoveya operasyonên li dijî DAIŞê de hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê didomand.

Karwan ji 100 wesayîtî pêk tê

Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî doh ragihandibû ku hêzên Amerîkayê ji Baregeha Leşkerî ya Qesrikê dest bi vekişînê kiriye.

SOHRê diyar kiribû ku li baregehê liv û tevgereke zêde ya lojîstîkî heye.

Çavkaniyên SOHRê anîbû zimên ku karwanekî ji 100 wesayîtî pêk tê ji baregehê derketiye.

Hate diyarkirin ku ew karwan dê di Deriyê Sînorî yê El Welîd re derbasî Herêma Kurdistanê bibe.

Kurdistan Haberleri

ROJAVA - Bîlançoya êrişan: Bi sed hezaran koçber, bi sedan kuştî û bi hezaran girtî hene
Hêzeka ewlehiyê ya Rêveberiya Xweser gihîşt Efrînê
Berpirsa Siyaseta Derve ya YE: Agirbesta Sûriyeyê lawaz e
HAK-PAR û PWKyê li Stenbolê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî bi Perspektîfeke Hevbeş Pîroz Kirin
Xwenîşandanên xwendekarn li bajarên Têhran û Meşhedê de dest pêkirin