Amerîka: Îranê îsal milyarek dolar daye Hizbulaha Libnanê

.

Alîkarê Wezîrê Xezîneyê ya Amerîkayê John Hurley ragihand ku Îranê îsal milyarek dolar alîkarî daye Hizbulaha Libnanê.

Îranê li gel zextên aborî û sizayên berfireh ên welatên Rojava alîkarî daye vê rêxistinê.

John Hurley ji ajansa Reutersê re got ku Amerîka hewl dide "derfetê " li Libnanê bi kar bîne.

Amerîka dixwaze alîkariyên darayî yên Îranê yên ji bo Hizbulahê qut bike û ji bo bêçekkirina wê komê zextê bike.

Amerîkayê bi polîtîkaya "zexta herî zêde" dorpêçan li ser Tehranê disepîne û li gorî zanyariyan dorpêçên nû di rê de ne.

Armanca Amerîkayê kontrolkirina bernameya dewlemendkirina uranyumê ya Îranê ye.

Her wiha Washington dixwaze li dijî nifûza Îranê ya li herêmê bi taybetî li Libnanê jî bisekine.

Washingtonê hefteya borî di gaveke nû de siza li ser du berpirsên Îranê sepandin.

Ew her du kes bi rêya ofîsên dan û standina pereyan bi fînansekirina Hizbulahê hatibûn tohmetbarkirin.  

John Hurley ji bo zêdekirina zexta li ser Îranê Tirkiye, Libnan, Îmarat û Îsraîlê jî ziyaret kir.

Alîkarê Wezîrê Xezîneyê ya Amerîkayê li Stenbolê ji Reutersê re got, "Niha li Libnanê derfetek heye.

Eger em karibin Hizbulahê bêçek bikin, gelê Libnanê dikare welatê xwe ji nû ve bi dest bixe.

 Mifteya vê yekê derxistina nifûz û kontrola Îranê ye. Gava yekem jî qutkirina wî pereyî ye ku ew didin Hizbulahê."

Artêşa Îsraîlê bersiva daxuyaniyên Hurley da. Artêşê li ser tora civakî ya Xê, Rêberê Dînî yê Îranê Ayetulah Xamineyî şerfiroşiyê tohmetbar kir.

Artêşê diyar kir ku Xamineyî "pereyê gelê Îranê" li şûna ku binesaziya welêt nûjen bike ji bo "rêxistinên terorîst" xerc dike.

Zextên aborî yên li ser Îranê zêde dibin

Sizayên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji berî meh û nîvê ji nû ve li ser Îranê hatin sepandin.

Ji wê demê ve Tehran hewl dide ku zêdetir nêzîkî Çîn, Rûsya û hinek welatên herêmê bibe.

Sizayên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji nû ve hatin sepandin, ji ber ku dan û standinên atomî yên Îranê bi hêzên rojavayî re gihiştin xitimandinê.

Li aliyê din, Brîtanya, Fransa û Almanyayê mekanîzmaya tetîkê aktîf kirin û hêzên Rojava Îranê tohmetbar dikin.

Îsraîl: Hizbulah dîsa xwe bi hêz dike

Li gorî wan Îran bi awayekî veşartî hewl dide şiyana çêkirina çekên atomî bi dest bixe.

Îran vê yekê red dike û teqez dike ku bernameya wê ya atomî tenê ji bo armancên aştiyane ye.

Amerîka di demekê de hewl dide alîkariya darayî ya Îranê ji bo Hizbulahê qut bike ku Îsraîl teqez dike ku Hizbulah şiyanên xwe yên leşkerî ji nû ve ava dike.

Êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê jî li gel agirbesta par berdewam dikin.

Hikûmeta Libnanê soz daye ku hemû komên neyasayî - Hizbulah jî di nava wan koman de ye - bêçek bike.

Hizbulaha Libnanê di lîsteya rêxistinên terorîst a Amerîka û çend welatên rojavayî de ye.

Piştî destpêkirina şerê Xezeyê yê sala 2023yan, Hizbulahê piştgiriya xwe ji bo Filistîniyan ragihand û bi Îsraîlê re ket nav şer.

Îsraîlê jî bi êrişên tund bersiv da Hizbulahê û Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah jî di nav de gelek serkirdeyên Hizbulahê ji aliyê Îsraîlê ve hatin kuştin.

John Hurley daxwaza zexta li ser Îranê kiriye

Berpirsê Amerîkayê ev daxwaz di hevdîtinên xwe yên bi rayedarên hikûmetê, berpirsên banka û birêvebirên şirketên taybet re anî zimên.

Hurley got, "Îran li gel hemû zextan û rewşa aborî ya nebaş, hîn jî pereyekî zêde dide terorîstên xwe yên wekîl."

Kurdistan Haberleri

Daxuyaniya Hizba Dêmokrat li derheq naveroka axaftinên nûeşkerebûyî yên serokê PJAK ê
Banga 'vegera lezgîn' ji bo dengderên ji Kerkûkê
Marco Rubio ji bo destpêkirina diyaloga PKK û Tirkiyeyeyê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir
Bijîşkên Kurd ên li Brîtanyayê: Em amade ne vegerin û li Kurdistanê kar bikin
Encamên berahiyê yên dengdana taybet ên pênc bazineyên hilbijartinan eşkere bûn