Amerîka: Îran petrola xwe bi navê Îraqê difiroşe

.

Birêvebiriya Amerîkayê, toreke veguhastin û keştiyan ji ber ku petrola Îranê wekî ku ji Îraqê tê difiroşe, xist lîsteya cezayan.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihandin ku Ofîsa Kontrolkirina Samanên Biyanî (OFAC) ji ber qaçaxtiya petrola Îranê ceza li toreke veguhastin û keştiyan birî.

Petrolê bi dizî tevlihev dikin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew tor petrola Îranê bi dizî bi ya Îraqê re tevlihev dike û ji bo ku ji cezayan bireve wekî ku ji Îraqê tê difiroşe.

“Divê Îraq nebe penageheke ewle”

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent li ser mijarê daxuyand ku divê Îraq nebe "penageheke ewle ji bo terorîstan" û ji ber vê jî Amerîka dixebite ku rê li ber bandora Îranê ya li wî welatî bigire.

Scott Bessent bal kişand ser wê yekê ku bi hedefgirtina dahatên petrolê, ew dê şiyana Îranê ya ji bo êrişkirina li ser Amerîka û hevalbendên wê qelstir bikin û got:

"Em pabendî hewldanên xwe yên ji bo dabînkirina petrola serbixwe ji Îranê ne û em dê hewlên xwe yên ji bo astengkirina hewldanên Tehranê yên ji bo reva ji cezayên Amerîkayê bidomînin."

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin