Amerîka: Hilbijartinên rejîma Sûriyê ne azad û ne jî pak bûn

.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser hilbijartinên rejîma Sûriyê daxuyaniyek belav kir û weke hilbijartinên ne azad binav kir.

Berpirsekî ji Wezareta Karên Derve ya Amerîka bi daxuyaniyekê diyar kir, hilbijartinên rejîma Sûriyê ne azad û ne jî pak bûn.

Berî destpêkirina dengdanê jî, di daxuyaniyeke hevbeş de, wezîrên karên derveyê yên her yek ji Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya û Îtalya ragihandibûn ku hilbijartinên rejîma Sûriyê dê ne azad û dadmend bin.

Roja Çarşemê, 26ê Gulanê, hilbijartinên rejîma Sûriyê birêve çûn, ku 3ê berbijêran, di nav de Beşar el-Esed, serokê niha yê Sûriyê, kandîd bûn.

Tê bêşbînîkirin ku serokê Sûriyê yê niha Beşar el-Esed bêyî rikaberiyeke ciddî ji bo çaremîn xul wek serokê wî welatî careke din bê hilbijartin.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand