Amerîka hezar leşkerên din jî dişîne Rojhilata Navîn

Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ragihand, dê hezar leşkerên din jî, ji ber Îranê bişînin Rojhilata Navîn.

Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ragihand, dê hezar leşkerên din jî, ji ber Îranê bişînin Rojhilata Navîn.

Wezîrê devkî yê Berevaniya Amerîka, Patrick Shanahan ragihandiye, li ser daxwaza fermandehiya navendî ya artêşa Amerîka (CENTCOM) ew ê hezar leşkerên  din jî bişînin Rojhilata Navîn.

Shanahan daye zanîn, ew leşker dê di çarçoveya bernameya parastinê de bên şandin û gotiye, niyeta Amerîka nîne bi Îranê re şer bike û şandina wan hêzan tenê bo wê ye ku Amerîka ji silameta hêzên xwe yên ku bo parastina berjewendiyên Amerîka li wir in, piştrast be.

Berpirsekî Amerîkî jî, ku nexwastiye navê wî were ragihandin, ji Reutersê re gotiye, ew hêza nû ya ku Amerîka dişîne Rojhilata Navînê, dê di warên komkirina agahiyan û çavdêriyê de kar bikin.

Amerîka mehek berê jî hezar û pênc sed serbaz şandibû Rojhilata Navîn.
 
 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê