Amerîka heta serê sala nû hêzên xwe ji Iraqê dê vekêşe

.

Îro 18.11.2020ê Qesra Spî ya Amerîkayê ragehand, di meha kanûnê û pê ve dest bi vekêşîna bi hezaran leşkerên artêşa Amerîkayê ji Iraqê û Afganîstanê dikin.

Li gor ragehandina Amerîkayê Qesra Spî daxuyaniya xwe de ragehandiye ku ji destpêka sala nû pê ve jî dest bi proseya vekêşana hêzên leşkerî ji Iraq û Afganîstanê ku heta bihara sala 2021ê temamê hêzên xwe li Afganîstan û Iraqê nehêlin.

Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Amerîkayê Robert O’brien ragehandibû ku siyaseta serokê Amerîkayê Donald Trump wisaye hemû hêzên welat heta nîvê sala bê vegeryabin bo Amerîkayê.

Qesra Spî amaje bi wê yekê jî kiribû ku naha 5 hezar leşkerên Amerîkayê li Iraqê mane û heta nîvê sala nû jî dê wan hêzan hemûyan vekêşin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin