Amerîka Givaştinên Ser Îranê Xurt Dike, Toleyên Nû Radigihîne

Wezareta Xezîne ya Amerîka îro Pêncşemê ragihand ku hember du kompanîyên li Hong Kongê û yek Shanghai û yeke din jî li Dubayî toleyên nû hatine danîn.

Navenda Nûçeyan-Wezaretê da zanîn ku toleyên nû bi sedema ku wan kompanîyan tevî hebûna toleyên dijî Îranê, alîkarîya sazîya neftê ya wê dewletê kirîye ku bi nirxê mîlyon dolaran berhemên curbicur bikire.

“Kompanîya Triliance Petrochemical Co. Ltd û Sage Energy HK Limited ya li Hong Kongê, Peakview Industry Co Ltd ya li Çînê û Beneathco DMCC ya li Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ketine nav lîsta cezayê jiber ku wan toleyên Amerîkî yên ser Îranê binpê kirine.”

Bi biryara nû ya Wezareta Xezîne ya Amerîka hemî mal û mulkên wan şîrketan li Amerîka tên cemidandin û qedexe ji kes û kompanîyên amerîkî tê qedexe kirin ku bazirganî bi wan re bikin.

Serokê Amerîka Donald Trump ragihandibû ku rêvebirîya wî dê wek bersîvdana êrîşên Îranê toleyên nû yên dijî Îranê ragihîne, heta ku Îran reftarên xwe biguherîne.

Dengê Amerîka

 

 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da