Amerîka: Em bangî Bexda û Hewlêrê dikin ku bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin

.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê bangî her du hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê kir ku pirsgirêkên navbera xwe, bi taybetî pirsgirêka mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, bi rêya diyalogê çareser bikin.

Tammy Bruceyê her wiha amaje bi wê yekê jî dike ku bi vê pêngavê, Îraq dê nîşan bide ku ew dixwaze jîngeheke aram li welêt biafirîne da ku veberhênerên biyanî, di nav de jî kompaniyên Amerîkî, berê xwe bidinê.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê di bersiva pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya li Washingtonê Diyar Kurde de, derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê ji Hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê xwest ku nakokiyên xwe bi rêya diyalogeke avaker çareser bikin.

Tammy Bruceyê got, "Wekî ku em dizanin ev pirsgirêkeke kevnar e, spasiya we dikim ku hûn û gelek kesên din li ser vê mijarê disekinin.

Em berdewam in li ser handana Bexdayê û di vê rewşê de Hewlêrê jî, da ku pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogeke avaker çareser bikin. Ev helwesta me neguherî ye û em hîn jî vê yekê dixwazin.

Çareserkirina pirsa mûçeyan dê îşareteke wisa bişîne ku Îraq nîşan bide ku ew jîngeheke wisa çêdike ku kompaniyên Amerîkî bixwazin tê de veberhênanê bikin."

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê zêdetir behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê dike û got:

"Çareserkirina pirsa mûçeyan dê îşaretekê bişîne ku Îraq jîngeheke wisa diafirîne ku kompaniyên Amerîkî bixwazin tê de veberhênanê bikin ku bi baweriya min niha û bi berçavgirtina egera çareseriyeke serkeftî, ev pirs ji her demekê zêdetir cihê girîngiyê ye.

Her wiha ew îşareteke erênî jî dişîne ji bo hevkariyeke berfirehtir di berjewendiya hemû Îraqiyan de, wekî vekirina boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê û lêgerîna zêdetir li enerjiyê bi beşdariya kompaniyên Amerîkî."

Derbarê stratejiya paşerojê ya Serokê Amerîkayê ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê jî, Tammy Bruceyl ji Rûdawê re got:

"Ez dizanim ku nêrîna Serok Trump ji bo cîhaneke aştîxwaz, cîhanek e ku tê de her tişt pêkan e.

Bê guman Îraq li gel vê yekê digunce, her wiha gelê Kurd jî. Tiştek ne mumkin nîne û ew serkirdayetiya me heye ku bi baweriya min dikare me bigihîne wê armancê."

Kurdistan Haberleri

Rola wergerandinê di pêşxistina zimanê kurdî de - Salih Cefer *
Şaxewan Ebdullah: Birîna meaşan tawaneke dîrokî ye
12 rufatên kurdên Êzidî radestî malbatên wan tên kirin
Hevserokê MSDê: Projeya me ne federalîzm lê ne-navendî ye
Serokê DÎSÎDERê: Aştiya civakî garantiya aborî ye