Amerîka dorpêçê danî ser 76 hemwelatiyên Erebistana Si’ûdiyê

.

 Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku 76 kesên destên wan di kuştina rojnamevan Kaşıkçı de hene û kesên ku muxalifên Erebistana Si’ûdiyê tehdîd kirine û hemwelatiyên Erebistana Si’ûdiyê ne, dorpêçê daniye ser wan.

Blinken her weha di beyana xwe ya nivîskî de ragihand ku bo kongreya Amerîkayê rapora kuştina rojnamevan ya Cemal Kaşıkçı jî pêşkêş kiriye.

Biryara dorpêçê, bo ew kesên ku rojnamevan, aktîvîst û muxalifin, li derveyê welat tên tehdîd kirin, tên tacîzkirin, şopandina wan û zorê didin ser wan, bo wan hatiye dayîn û weha got:

“Wezareta karên derve ya Amerîkayê di çarçoveya ‘Qedexeya Kaşıkçı’ de, mirina Kaşıkçı di nav de, kesên muxalif yên li derveyê welat tehdîd kirine, di derbarê 76 hemwelatiyên Erebistanê de astengiya vîzeyê daye. Kesên ku Erebistan wan li ser navê welatekî biyanî qebûl dikin û wan tehdîd dikin, divê îzin neyê dayîn da werin welatê me.”

Blinken navê kesên dorpêçan danîne ser wan aşkera nekir.


 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê