Amerîka dorpêç xist ser 20 kompanî û saziyên Îranê

Wezareta Darayî ya Amerîka ragihand ku bi sedema piştîvanî li Rêxistina Besîc a ser bi Supaya Pasdaran, 20 kompanî û sazî ji lîsta dorpêçên Amerîka zêde bûn.

Wezareta Darayî ya Amerîka ragihand ku bi sedema piştîvanî li Rêxistina Besîc a ser bi Supaya Pasdaran, 20 kompanî û sazî ji lîsta dorpêçên Amerîka zêde bûn. Di nav de her 2 kompaniyên mezin yên Fudala Mubarikle ya Îsfehan û Tiraktorsaziya Tewrêzê û 3 banka hene.

 

Wezareta Darayî ya Amerîka diyar kir ku her du kompaniyên Fulada Mubareke ya Îsfehanê û kompaniya Tiraktorsazî ya Tewrêzê mezintirîn kompaniyên berhemînerên hesin û tiraktoran li Rojhilata Navîn in.

 

Wezareta Darayî ya Amerîka lîsta navên 20 kompanî û sazî û bankan belav kir ku di nav de Banka Millî, Parsiyan û Mêhr hene.

 

Wezîrê Darayî yê Amerîka Steven Mnuchin destnîşan kir ku yek ji torên berfireh ên alîkariya milîsên Îranê dike, Navenda Alîkariya Besîce, ku di warê mezhebî û rahênanan de zarokan perwerde dike û dixe xizmeta Supaya Pasdaran.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand