Pêşnûmaya budceya hikûmeta Amerîkayê ya ji bo sala 2026an li Kongreyê ye.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê pêşniyar kiriye ku ji bo sala nû 130 milyon dolarî bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku ev jî nêzîkî 17 milyon dolaran ji sala 2025an kêmtir e.
Koşka Spî ji meha gulanê ya îsal ve pêşnûmaya budceyê şandiye Kongreya welêt.
Li gorî pêşnûmayê, budceya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê 961 milyar dolar e, ev budce sala 2025an 849 milyar dolar bû.
Li gorî pêşnûmaya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, sala 2026an dê 130 milyon dolarî bidin HSDyê ku ev jî ji sedî 11,5 ji sala 2025an kêmtir e.
Ji wî pereyê ku Amerîka dixwaze di sala 2026an de bide HSDyê, 65 milyon ji bo mûçeyan, 15,6 milyon ji bo perwerde û çekan, 32,4 milyon ji bo piştgiriya lojîstîk û 1,5 milyon jî ji bo sererastkirin û xizmetguzariyê ye.
Di pêşnûmaya budceya Amerîkayê de, 61 milyon û 14 hezar dolar ji bo Pêşmerge hatiye diyarkirin ku ev jî 4,7 milyon dolaran ji sala 2025an zêdetir e.
Ji vî pereyî 11,8 milyon ji bo çekan, 5,3 milyon ji bo cebilxaneyê, 27,5 milyon ji bo kirîna otomobîlên leşkerî û 17,1 milyon jî ji bo kirîna cil û berg û kelûpelên din e.
Di pêşnûmaya Amerîkayê de, 48,4 milyon dolar ji bo Wezareta Parastinê ya Îraqê hatiye diyarkirin ku ev 141 milyon dolaran ji sala 2025an kêmtir e.
Her wiha, Amerîkayê 65,6 milyon dolar ji bo alîkariya Hêzên Dijiterorê yên Îraqê diyar kiriye ku 56 milyonan ji sala 2025an zêdetir e.
Ajans û wezaretên Amerîkayê salane meha sibatê pêşnûmaya budceya xwe ya ji bo sala bê didin Koşka Spî.
Ew jî heta dawiya meha gulanê bi pêşnûmayekê dişîne Kongreyê.
Kongre jî heta destpêka meha Çiriya Pêşîn biryarê li ser pesendkirin û guhertinên pêwîst dide.