Birêvebiriya Trump bi rengekê fermî Kongirêsa welatê xwe li ser destpêkirina qonaxa danana planan ji bo dubare vekirina Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê haydar kir, ku ev ji bo dema 13 salan e hatiye daxistin.
Li gorî belgenameyekê ku Wezareta Derve ya Amerîkayê pêşkêşî Kongirêsê kiriye û Ajansa Associated Pressê belav kiriye, Waşinton plan dike ku "awayekê pilebendiyê" ji bo destpêkirina çalakiyên dîplomatîk li Sûriyeyê bi kar bîne.
Di wê haydariyê de hatiye ku, pêvajoya terxankirina budce û xerciyan ji bo vê armancê dê ji hefteya bê dest pê bike, tevî ku heta niha demeka diyarkirî ji bo vegera bi tevahî ya dîplomatkarên Amerîkayî nehatiye diyarkirin.
Ev pêngav jî di demekê de ye ku, Serokê Sûriyeyê Donald Trump pesna rewşa niha ya Sûriyeyê kir û ragihand: Serok Ehmed Şera karekê mezin dike û Sûriye ber bi hevgirtineka baş ve diçe.
Projeya vekirina vê balyozxaneyê yek ji karên sereke yên Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Sûriyeyê Tom Barrack bû, ku par di serdaneka xwe de ji bo Şamê alaya Amerîkayê li ser avahiyê xwecihbûna balyoz çikilandibû.
Balyozxaneya Amerîkayê li sala 2012ê û di destpêka aloziyên Sûriyeyê de hatibû daxistin, niha jî ev pêngav wekî werçerxaneka nû di têkiliyên di navbera Washington û Şamê de tê dîtin.