Amerîka dest bi derxistina hêzên xwe ji Iraqê kir

.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê vekişîna hêzên Amerîkayê piştrast kir û ragihand ku ev li gor rêkeftina navbera Bexda û Washingtonê ye.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xefacî ragihand; vekişîna hêzên Amerîkayê dest pê kir û di qonaxa yekem de 500 serbazên Amerîkayê ji Iraqê derdikevin, ev jî li gor rêkeftina navbera Bexda û Washingtonê bi rê ve diçe.

Tehsîn Xefacî diyar kir ku li gor bernameya ji aliyê Bexda û Washingtonê hatiye danîn, vekişîna hêzên Amerîkayê dê di demeke kin de pêk were.

Berî niha Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê di 17ê Mijdara 2020an de ragihandibû, berî temambûna dema serokatiya Donald Trump, Amerîka dê 2000 serbaz ji Efxanistanê û 500 serbaz ji Iraqê vekişîne.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike