Amerîka dê 20 hezar leşkerên xwe ji Ewropayê vekişîne

.

 Rêveberiya Trump biryar da ku hejmara leşkerên Amerîkî li Ewropayê bi qasî sêyekê (3/1) kêm bike. Li gorî rojnameya Politicoyê, rayedarekî NATOyê yê nenas diyar kir ku nêzî 20,000 leşker dê gav bi gav ji parzemînê werin vekişandin. Ev pêvajo dê bi awayekî plansazkirî û hevrêzkirî pêk were.

Pentagon hîn raporeke li ser vê mijarê amade dike, lê Almanya, ku baregeheke sereke ya leşkerên Amerîkî ye, derbarê dema vê guhertinê de agahî nade.

Eileen Mathle, lêkolînereke payebilind li Konseya Têkiliyên Derve ya Almanî, got ku kêmkirina leşkeran divê "bi rêkûpêk û bêyî surprîzên ji bo hevalbendên Ewropî" were kirin.

Berê, di meha Adarê de, hatibû ragihandin ku vekişîna 20,000 leşkeran ji bo ewlehiya welatên Ewropî wekî "kabûsek rastîn" dê bê dîtin. Rojnameya Financial Timesê jî di Sibatê de anî ziman ku welatên Yekîtiya Ewropayê bêyî piştgiriya Washingtonê nikarin operasyoneke leşkerî bi serê xwe pêk bînin û ji vê vekişînê nîgeran in.

Kurdistan Haberleri

Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne