Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanyayê piştgirî didin dirêjkirina agirbesta navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir û daxwaza "tevlîbûna aştiyane" ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê kir.
Îro Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper, Alîkarê Wezîrê Karên Derve ya Almanyayê Serap Guler û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack piştî civînekê daxuyaniyeke hevbeş li ser rewşa Sûriyeyê belav kir.
Agirbest û rewşa mirovî
Li gorî daxuyaniyê, ew her çar welat piştgiriyê didin biryara dirêjkirina agirbesta navbera hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê ya bo 15 rojan ku 24ê vê mehê hatibû dirêjkirin.
Di beşeke daxuyaniyê de hat ragihandin, "Em ji hemû aliyan dixwazin ku bi temamî pabendî agirbestê bin û ji aliyên derve jî dixwazin ku ji bo kêmkirina rageşiyê piştgiriya me bikin."
Welatên rojavayî derbarê rewşa mirovî de, tekezî li ser pêwîstiya vekirina rêyên mirovî dikin û dibêjin:
"Pêwîst e ew rê bên parastin û xizmetguzariyên seretayî li bajarê Kobaniyê dest pê bikin."
Çareseriya siyasî û vegera bo Şamê
Di daxuyaniyê de tekezî li ser bicîhanîn peyman 18ê mehê ya di navbera HSD û Şamê de hatiye kirin.
Ew çar welat daxwaz dikin ku bi lez dan û standin dest pê bikin bi armanca "tevlîbûna aştiyane û berdewamiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya dewleteke yekgirtî û xwedî serwerî de."
Çar welat derbarê tevlîbûna HSD û Artêşa Sûriyeyê de dibêjin, divê "bi awayekî bibandor mafê hemû welatiyan biparêze."
Metirsiya DAIŞê û rola Herêma Kurdistanê
Her wiha di civînê de behsa metirsiyên DAIŞê hat kirin.
Welatên rojavayî hişyariyê didin derbarê çêbûna her cûre valahiya ewlehiyê li derdora girtîgehên DAIŞê û wan biryar daye ku bi lez civîna Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê saz bikin.
Di wê çarçoveyê de, pesnê rola hevbeşên xwe da di rûbirûbûna DAIŞê de û bi taybetî navê "Herêma Kurdistanê, Îraq, Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk" anîn ku rola wan a girîng di wê proseyê de hebûye.