Berpirsên Amerîkayê dibêjin ku Pentagon dê di rojên pêş de bi hezaran leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn.
Ev pêngava birêvebiriya Donald Trump wekî guşarekê ye li ser Tehranê.
Armanc ew e ku Îranê neçar bike peymanekê qebûl bike da ku şerê çend hefteyî yê herêmê bi dawî bibe.
Şandina hêzên nû û 3 keştiyên balafirhilgir
Li gorî zanyariyên berpirsên leşkerî yên ku dane rojnameya Washington Postê, ew hêzên nû ji 6 hezar leşkerên li ser keştiya balafirhilgir a USS George H.W. Bushê û 4 hezar û 200 leşkerên Yekîneya 11an a Hêzên Deryayî (Marine) yên li ser keştiyên koma Boxerê pêk tên.
Ev hêz dê tevlî wan 50 hezar leşkerên Amerîkayê bibin ku di hefteyên borî de beşdarî operasyonên li dijî Îranê bûne.
Bi gihîştina van hêzan dê li herêmê 3 keştiyên balafirhilgir ên Amerîkayê hebin û ew keştî Lincoln, Ford û Bush in.
Dorpêça deryayî û Tengava Hurmizê
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja yekşemê ji bo têkbirina aboriya Tehranê dorpêça deryayî bi ser hemû wan keştiyan de sepand ku diçin benderên Îranê an jî ji wir derdikevin.
Trump hewl dide Îranê neçar bike ku Tengava Hurmizê bi temamî vebike.
Ev tengav ji bo veguhastina petrola cîhanê rêyeke girîng e.
Her wiha Trump dixwaze Tehran bernameya xwe ya atomê bi dawî bike.
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt diyar kir ku Trump bi awayekî zîrekane hemû vebijark li ser maseyê hiştine.
Wê got ku eger Îran peymanê qebûl neke dê Trump gavên tundtir biavêje.
Berdevka Koşka Spî pêşbînî kir ku ji ber dorpêçê dê hewldanên Tehranê yên ji bo gihîştina peymanekê zêdetir bibin.
Serokê Amerîkayê di tora xwe ya civakî de hişyariyeke tund da û got:
"Eger keştî nêzîkî dorpêça me bibe dê yekser ji holê bên rakirin. Ev dê bibe karekî bilez û tund."
Berpirsên Amerîkayê diyar kir ku di 24 demjimêrên ewil ên dorpêçê de, hêzên deryayî yên Amerîkayê li Kendava Umanê rê li ber 6 keştiyên bazirganiyê girt.
Ew keştî careke din ber bi benderên Îranê ve hatin vegerandin.
Îhtîmala operasyona bejayî
Wekî ku Washington Post radigihîne, li gel dorpêçê plansazên leşkerî mijûlî dariştina senaryoyên din in.
Li gorî 2 berpirsên leşkerî yên ku ji rojnameyê re axivîne yek ji wan senaryoyan pêkanîna operasyoneke bejayî ya di nav axa Îranê de ye.
Rayedarên birêvebiriya Trump qala îhtîmala daxistina Hêzên Deryayî yên li peravan kiriye.
Armanca vê yekê vekirina Tengava Hurmizê û kontrolkirina Girava Xarkê ye.
Ev girav navenda sereke ya hinartina petrola Îranê ye.
Her wiha rayedaran qala operasyoneke taybet a ji bo derxistina madeyên atomê yên Îranê jî kir.