Amerîka berpirsyartiya êrîşên mûşekî dixe stûyê Îranê

.

 Wezareta derve ya Amerîkayê berpirsyartiya êrîşên mûşekî yên ser navçeya Kesk a Bexda ya paytexta Iraqê dixe stûyê Îranê.

Piştî êrîşa mûşekî ya şeva borî berdevkê wezareta derve ya Amerîkayê Ned Price ragehand: ‘’Berpirsyartiya êrîşên mûşekî di stûyê Îranê de ye.’’

Ned Price ragehand, ew milîsane berdewam bi mûşek êrîş dikin ser balyozxaneya Amerîkayê ya li navçeya Kesk, hêzên hevpeymanên Îranê û dûvikên wan in.

Şeva borî 22.02.2021ê bi mûşek êrîş li ser navçeya Kesk a Bexdayê pêkhat, ku balyozxaneya Amerîkayê û piraniya balyozxaneyên din ên welatên din li wê derê ye û ji ber wê jî hejmarek otomobîlên hemwelatiyan jî şewitin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin