Amerîka, Almanya û Neteweyên Yekbûyî dixwazin Peymana Şingalê were bicihanîn

.

Rêxistina Yezdayê di 11emîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî de li Hewlêrê merasîmeke bibîranînê li dar xist.

Nûnerên payebilind ên Neteweyên Yekbûyî, konsulxaneyên Amerîka û Almanyayê û hinek ji rizgarbûyên Êzidî beşdarî rêûresmê bûn.

Nûnerên biyanî teqezî li ser pêwîstiya bicihanîna Peymana Şingalê, vegera koçberan û derketina komên çekdar a ji Şingalê kir.

Berpirsê Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Îraqê (UNAMI) Claudio Cordone di axaftina xwe de got:

“Neteweyên Yekbûyî hevxemiya xwe ya tam ji bo hemû qurbaniyên destê DAIŞê tîne ziman ku yek ji îdeolojiyên herî hovane û tijî kîn ên dîroka hevdem e."

“Peymana Şingalê hatiye rawestandin”

Claudio Cordone amaje pê kir ku rewşa Şingalê hîn asayî nebûye û biland:

"Peymana Şingalê hatiye rawestandin û bicihanîna wê sekiniye.

Şingal hîn bê qaymeqam e û ew hêza ewlehiyê hîn nehatiye belavkirin ku biryar bû ji bo bidestxistina baweriya civakê were avakirin."

“Pêwîst e edalet hebe, ne tolhildan”

Cordone xwest ku hewlên ji bo parastina mafên Kurdên Êzidî xurt bibin û diyar kir ku "Pêwîst e edalet hebe, ne tolhildan."

“Divê milîsên Îranê derkevin”

Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê Stephen Bittner jî piştgiriya welatê xwe ya ji bo Kurdên Êzidî ducare kir û xwest ku dawî li mana komên çekdar ên li Şingalê were anîn û li pey çû:

"Divê mîlîsên ser bi Îranê ve wan herêmên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin ên wekî Şingal û Deşta Nînowayê biterikînin.

Bandora neyînî ya komên mîlîs a li ser ewlehî û aramiya civakan rê li ber vegera koçberan digire û li pêşiya bipêşketina aborî dibe asteng."

“Naskirina komkujiyê kevirê bingehîn e”

Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Herêma Kurdistanê Albrecht von Wittke amaje pê kir ku welatê wî li kêleka Kurdên Êzidî radiweste û got:

"Parlamentoya Almanyayê sala 2023yan bi awayekî fermî komkujiya li hemberî Êzidiyan nas kir.

Ev naskirin ne tenê gaveke fermî ye, di heman demê de kevirê bingehîn e di şerê cîhanî yê li dijî xwerizgarkirina ji ceza de."

Konsulê Giştî yê Almanyayê pesnê "wêrekiya" rizgarbûyiyan da û piştgiriya welatê xwe ya ji bo programa "Mafên Xwe Zanibe" ya Rêxistina Yezdayê anî ziman ku ji aliyê GIZa Almanyayê ve tê piştgirîkirin û armanca wê derbarê mafên wan hişyarkirina rizgarbûyan e.

Her sê nûner li ser wê yekê hevbîr bûn ku vegerandina aramiyê ji bo Şingalê û dabînkirina edaletê ji bo rizgarbûyiyan mifteya sereke ye ji bo dermankirina birînên berê û avakirina paşerojeke baştir ji bo hemû pêkhateyên Îraqê.

Komkujiya Şingalê

DAIŞê sala 2014an beşeke mezin a Sûriye û Îraqê kontrol kir.

DAIŞê 3yê Tebaxa heman salê êrişeke bixwîn bir ser Şingal û derdora wê, bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin û zarok û jin jî revandin.

Kurdistan Haberleri

Li Lozanê Komxebata Self Determînasyonê
2 aktivîstên din jî ji ber şewata li çiyayê Aviyerê yê Sineyê can da
HSDyê daxwazên Barrack red kirin
Mezlûm Ebdî bi rûspî û serokeşîrên Dêrezorê re civiya
Nêçîrvan Barzanî: Erkê Îraqê ye ku li Êzidiyan xwedî derkeve