Amerîka 3 hezar mûşekan difroşe Siûdiyê

.

Wezareta berevaniya Amerîkayê (Pentagon) 3 hezar mûşekan dê bifroşe qraliyeta Erebistana Siûdî.

Nirxê wê peymanê 290 milyar dolar e û wezareta derve ya Amerîkayê jî razîbûn li ser peymanê daye, ku Pentagonê li gel desthilatdariya Siûdiyê îmza kiriye.

Îmza kirina peymanê rastî rojên dawî yên serokê naha yê Amerîkayê Donald Trump tê, ku dê 20.01.2021ê dawî bi erkê wî bê û serokê nû hatî helbijartin Joe Biden dest bi kar dibe.

Li gor peymanê sê hezar mûşekên GBU-39 ku bi teknolojiya herî nû ya pêşkeftî ve hatine çêkirin û pir bi hûrgilê li armanca xwe didin û li gel wan jî tiştên din ên leşkerî û piştevaniya hunerî jî dikeve çarçoveya wê peymanê.

Rojhilta Navîn Haberleri

Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin