Amerîka 2 bataryayên Patriot dişîne Polandayê

.

Fermandariya Leşkerî ya Amerîkî li Ewropayê ragihand; 2 bataryayên Patriot ji bo armancên parastinê, dê ji Polandayê re werin şandin.

Ji ber êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê û rûbirûbûna her metirsiyekê li ser endamên NATOyê, Amerîka du bataryayên “Patriot” li Polandayê datîne.

Fermandariya Leşkerî ya Amerîkî li Ewropayê (EUCOM) duhî Sêşemê ragihand, Amerîka dê du bataryayên Patriot bişîne Polandayê, da ku rûbirûyî her gefeke potansiyel li ser welatên NATOyê bibe.

Berdevkê EUCOM Adam Miller di daxuyaniyekê da zanîn, danîna du bataryayên Patriot li Polandayê, bi fermana Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkî Lloyd Austin û li ser daxwaza Polandayê tê.

Diyar kir jî, ev tedbîr dê bi ti awayî piştgirî nede ti operasyonên êrîşkarî û got: “Her pêngava ku em diavêjin ji bo pêşîgirtina li êrîşan û piştrastkirina hevalbendên me ye.”

Mûşekên Patriot, sîstemeke mûşekên parastina asamanî ne ku ji bo rûbirûbûna mûşekên balîstîk ên kurtavêj, firoke û mûşekên Cruise hatine çêkirin.

Avrupa Haberleri

PWK-SWÊD, LI STOCKHOLM Û ÛPSALAYÊ CIVÎNÊN AGAHDARÎYÊ LI DAR XIST
Li Fransayê hezar polîs birîndar bûn û nêzîkî 2400 kesî hatin desteserkirin
Hişyariya Macron: Kesên tundiyê dikin dê werin cezakirin
Li 5 welatên Ewropayê xwendekar û mamoste daketin kolanan
Li Vatîkanê ala Kurdistanê hat bilindkirin: Têkilî kûr dibin