Amedsporê ji bo sezona nû 21 lîstikvan transfer kirine

.

Serokê Amedsporê Azîz Elaldî ragihand ku amadekariyên sala nû temam kirine û 21 futbolîst transfer kirine.

Serokê Amedsporê Azîz Elaldî û rêveberên klûbê derbarê amadekariyên dema nû de zanyarî dan medyayê.

Azîz Elaldî diyar kir ku ji bo sala nû tîmeke serkeftî ava kiriye û amadekariyên xwe temam kirine.

Elaldî got: “Me ji bo sala nû 21 futbolîst transfer kirin. Futbolîstên ku me transfer kirine kesên serkeftî ne. Em ji bo sala nû amade ne.”

Serokê Amedsporê ji kedkarên medyayê xwest ku bibin dengê Amedsporê û piştevaniya wan bikin û got:

“Di vê pêvajoyê de ji bo em rê li ber spekulasyon û berovajîkirina bigirin, me komîsyona transferê ava kir û em mehekê bi awayekî nihênî û rêkûpêk xebitin.

Me dest ji hemû karên xwe berdaye, ji ber ku pêwîst bû em baldar bin û biryarên girîng bidin.”

Elaldî da zanîn ku kesên ku dixwestin tevlî Amedsporê bibin hebûn û yên nedixwestin jî hebûn û wiha pê de çû:

“Divê em rêzê li bijardeya wan bigrin. Me ew kes hilbijartin ku dikarin li vê derê bilîzin û sûdê bigihînin vê tîmê.

Futbolîstên ku hatin bi armanca şampiyoniyê hatin. Me ciwan transfer kirin û tîmeke baş ava kir.”

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn