AMED-Weqfa Îsmaîl Beşîkcî li ser Dîroka Muzîka Kurdî semînerek li dar xist

.

Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ya Amedê, roja 25.05.2024an li Nûnertîya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ya Amedê li ser Dîroka Muzîka Kurdî semînerek li dar xist.

Mahmut Begîk û Berzan Kiliçaslan wek axêver tevlî semînerê bûn. Moderatorê semînerê jî ji aliyê Mehmet Ermîş ve hat kirin.

Semîner bi rêzgirtina ji bo şehîdên doza Kurdistanê û Dengbêjan dest pêkir.

 Mahmut Begîk li ser dîroka muzîka milletê Kurd, rola dengbêjan gotarek pêşkêş kir. Bi taybetî jî behsa Dengbêj Reso (Resoyê Gopala) kir û got “ Reso li ser kesên wek Xalit Begê Cibirî, Xalit Begê Hesenî, Fersende Beg, Sulêmanê Ahmed Keremê Qolaxasî gelekî lehengên doza Kurdistanê stran gotiye.”

Pişt re Barzan Kılıçaslan li ser dîroka Muzîka Kurdî axaftinek kir û wiha got “Ji çaxa ku însan axifiye, muzîkê jî afirandiye. Pêşî kevir û çermên ajalan kirine amûrê muzîkê. Dûre jî amûrên bi nefesê bi kar aniye. Di nav Kurdan de wêje ji nivîskî zêdetir bi gotinê çêbûye. Kurdan hemû jiyana xwe di stranan de gotine. Gelek cure stran hene. Dema behsa dengbêjan tê kirin mêr tên bîra mirov lê Jin ji mêran zêdetir dengbêjî kirine.”

Semîner pişt re bi pirsên mêvanan û bersivên axaftvanan dewam kir.

Piştî axaftinan Berzan Kiliçaslan bi saz û Şoreş Kiliçaslan jî bi çend stranan demêk xweş derbas bû. Di dawiyê de bi hev re strana Ey Dilberê hat gotin.

Rûpela Nû /Amed

Kurdistan Haberleri

PWK, Şaxa Merdînê yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê, Şaredarîya Qoser ziyaret kir
Saziyên zimên li Wanê dicivin: Stratejî û polîtîkayên nû tên nîqaşkirin
Trump helwesta xwe ya li ser birêvebirîna Xezeyê diyar kir
Hêvîn Silêman: Dorpêça li ser taxên Kurdan berdewam dike
Rejîma Îranê li girtîgeha Xuremava û ya Îlamê, 2 girtiyên Kurd bi dar ve kir