AMED - Skeleya pirê hilweşiya û 4 karker mirin: ‘Xemsariyeke mezin heye’

.

 Li navçeya Pasûrê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, di înşaeta pirekê de skele hilweşiya û di encamê de 4 karker mirin û karkerek jî bi giranî birîndar bû.

Cenazeyên 3 ji wan karkeran li Goristana Yenîkoyê ya Amedê li ba hev hatin veşartin.

Bûyer li ser rêya Pasûr û Mûşê, di dema lêkirina pirekê de qewimî.

Dema ku beton dihate rijandin, skeleya stûnê hilweşiya.

Di merasima cenazeyê de dengê qêrîn û zêmarên xizmên karkeran agir bi kezeba mirovan xist.

Hevşaredarê Pasûrê Murat Îpek li ser bûyerê got:

"Ev însan ji 25-30 metreyî bilindahiyê ketin.

Rijandina wê betonê, wexta wê, usûla wê bi çi awayî bû, diviyabû bisekiniyana yan dor bi dor bikirana, em wê nizanin.

Em dê li benda raporan bisekinin lê li Tirkiyeyê her qezayek bêtedbîrî ye û mixabin Tirkiye bûye kavilê bêtedbîrî û xemsariya li hemberî jiyana mirovan."

Xizmên karkerên ku mirine kompanyaya ku kar dimeşîne sûcdar dikin û dibêjin ku ev mirin ji ber bêtedbîrî û xemsariyê pêk hatine û divê hesabê vê ji sûcdaran bê pirsîn.

Xizmê qurbaniyan Şukru Gozen got, "Li gorî ku dibêjin şirîta vîncê qetiyaye, ketiye ser skeleyê û skele hemû hatiye xwarê. Yanî xemsariyeke pir mezin hebûye."

“Çawa şirît diqete?”

Xizmê qurbaniyan Îzzet Arda jî got, "Heger îhmal tunebe çawa şirît diqete û haya wan jê çênabe?"

Xizmê qurbaniyan Nadîr Tosun jî wiha axivî:

"Em dibêjin ji îro û pê ve ji bo ku mirin çênebin divê dewlet li ser van tiştan bisekine û ev endazyarên me jî bila li ser van bisekinin.

Gava li ser van nesekinin dê hîn pir mirin çêbibin."

Xizmê qurbaniyan Erdal Atli jî da zanîn, "Welehî mexdûr bûn. Feqîr bûn, kesên bêzerer bûn."

Xizmê qurbaniyan Eşref Koyun jî got, "Ev îhmal e, her tişt li holê ye. Çar mirovên me rehmet kir. Hemû jî xwedî zarok bûn, hemû jî kedkar bûn."

Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin û 2 dozger erkdar kirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de endazyarek, berpirsekî ewlehiya kar û 2 taşeron hatin desteserkirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Reuters: Pakistanê 8 hezar serbaz û balafirên şer bo parastina Sûdiyeyê şandin
Muzexaneya Duhokê: Bîra dîrokî ya jiyana kurdewarî
Wezareta bergiriya Tirkiyê fermana seferbeglikê ji bo 7.686 kesan şand
Jimara kesên bê kar ji 13 milyonan derbas kir
Keştiya USS Gerald R. Ford dageriya DYAyê