Amed: Rewşa liserhevfiroşan xerab e; qeyrana aborî li ber derî ye!

Esnafên liserhevfiroş a sebze û meywe ya Amedê ji rewşa xwe ne kêfxweş in û rojên dijwar dijîn.

Esnafên liserhevfiroş a sebze û meywe ya Amedê ji rewşa xwe ne kêfxweş in û rojên dijwar dijîn. Heroj qamyonên ku ji herêma Çukurovayê sebze û meywe tinîn ji ber ku ew nayên firotin li ber derê liserhevfiroşan (toptanci) bi rojan disekinin. Liserhevfiroş ji ber qeyrana aborîyê dikanên xwe digrin, karkirên xwe ji kar derdixin.

Eşref Zinarê ku ev 40 sal e liserhevfiroşîyê dike, dibêje; sebaba krîzê ev şerê qirêj yê li Kurdistanê ye.  Şerê ku li bajarên Sûrê, Niseybînê û Geverê bû sebeba wêran û talan e, rewşa aborîyê bi temamî xerab kir û hewildana derbeyê û kiryarên AKPê piştî darbeyê sebaba esasî vê yekê ye.  

Liserhevfiroşê Hecî Ulaş jî dibêje; meheke ew qet firotinê nake û nikare deynê xwe bide. qeyrana aborîyê gihaştîye asteyekê bilind ku haya yekê jê nîne. Divê mebûs vê yekê bifikirin.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand