AMED - Ji qereqolekê bi dehan demançe hatin dizîn

.

 Li Amedê ji depoya emanetan a qereqola cendirmeyan bi dehan demançe hatin dizîn û çawişekî pispor hat girtin.

Ji bo dîtina çekên winda dest bi lêpirsînê hat kirin.

Li gorî nûçeya Amidahaberê, li Edliyeya Amedê karmendekî beriya sê mehan bi sedan guleyên keleşkofê ji depoya emanetan a dadgehê dizîbûn û firotibûn.

Rewşeke mîna wê li qereqoleke cendirmeyan jî rû da.

Bûyer li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Sûrê ya Amedê qewimî.

Çawişê pispor ê ku li qereqolê peywirdar bû, di demên cuda de ketiye depoya emanetan û demançe û hinek madeyên hişbir dizîne.

Li ser îxbarê tîm ketin tevgerê û çawişê pispor şopandin.

Li Edeneyê hat girtin

Tîman li kamerayên ewlehiyê temaşe kir û tesbît kir ku çawişê pispor ê bi navê Y.B. bi poşetekî ji qereqolê derketiye.

Hêzên ewlehiyê çawişê pispor li nêzîkî bajarê Edeneyê desteser kir û ew anî Amedê.

Y.B. piştî kar û barên îfadeyê hat girtin.

Y.B. di îfadeya xwe de mikur hat ku wî tenê 26 demançe dizîne û firotine û îdia kir ku agahiya wî ji demançeyên din ên winda nîne.

Y.B. her wiha îdia kir ku wî dizî bi tena serê xwe kiriye û kesî alîkariya wî nekiriye.

Gelek demançe winda ne

Li ser bûyerê Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê, destûra hemû personelên li qereqolê betal kir û hatin û çûn qedexe kirin.

Piştî ku lêpirsîn hat berfirehkirin, hat diyarkirin ku hejmara demançeyên ku hatine dizîn ne tenê 26 e, gelek demançeyên din û miqdarek madeyên hişbir jî winda ne.

Tîmên cendirmeyan ji bo tesbîtkirina kesên ku çek dizîne dest bi xebatan kir.

Kurdistan Haberleri

Hejmara 511 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin
Xwendekarên 29 zanîngehên li sernaserê Îranê, îmtihan zanîngehê baykot kirin
Parêzgarê Hewlêrê: Daxistina Nivîsîngeha NRTyê ji ber sivkatîkirina bi sembolên neteweyî ye
Parlamentera Ewropayê: Çeka me ya li hemberî Şamê pere ye
Almanya hinek leşkerên xwe yên li Hewlêrê vedikişîne