Dengbêja navdar a Kurd Eyşe Şan, di 29emîn salvegera koça dawî de li Amedê bi bernameyeke berfireh a du rojî hat bibîranîn.
Bernameyên bibîranînê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi beşdariya kes û karên Eyşe Şanê û hezkiriyên wê hatin lidarxistin.
Di çarçoveya bernameyê de, şanogera Kurd Berfîn Zenderlîogluyê şanoya xwe ya bi navê "Ez Eyşe Şan" ku jiyana hunermendê vedibêje, pêşkêş kir.
Zenderlîogluyê bi performanseke serkeftî çîroka jiyana Eyşe Şanê ji nêzîk ve nîşanî beşdaran da.
"Wê xwest qirêjiya jiyanê biguherîne"
Şanoger Berfîn Zenderlîogluyêl li ser lîstikê got:
"Teksta şanoyê Mîrza Metîn nivîsî û ez jî dilîzim.
Min dît ku bi rastî Eyşe Şan li cihê xwe nesekiniye. Wê xwestiye ku qirêjiya jiyanê biguherîne.
Xwestiye deng û ramanên xwe belav bike û derdê xwe bi hinek kesan re parve bike."
Di roja duyemîn a bibîranînê de, rayedarên şaredariyê, xelk û endamên malbatê çûn serdana gora Eyşe Şanê.
Êvarê jî li ser jiyana muzîkê ya Eyşe Şanê panelek hat lidarxistin.
Di panelê de keda wê ya ji bo muzîka Kurdî û zehmetiyên ku di rêwîtiya dengbêjiyê de kişandine hatin gotûbêjkirin.
"Dayîkeke bi merhemet û wîjdan bû"
Lawê Eyşe Şanê Murat Kersen behsa bîranînên xwe û dayîka xwe kir û got:
"Ji ber jiyana wê ya hunerê, ez ji dayîka xwe cuda mezin bûm. Wê ez ti carî bi xwe re nedibirim cihan.
Min dayîka xwe wekî xanimeke malê gelekî baş nas kir.
Wê nimêja xwe ya sibehê dikir, xwarin çêdikir, paqijiya malê dikir, li gel vê jî stran digotin û kêfa min xweş dikir.
Dayîkeke bi merhemet û bi wîjdan bû. Wekî dayîkekê min ew wiha nas kir.
Beriya mirina wê daxwaza wê ya dawî ji min ew bû: Digot heke ez ji vê nexweşiyê baş bibim, em bi hev re herin Hecê kurê min.
Lê Hec nebû nesîbê wê. Înşelah Xwedê duayên wê qebûl bike."
Di çarçoveya çalakiyan de hunermendên Ma Musicê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, KASED û Konservatuara Aram Tîgran konsereke ji stran û kilamên Eyşe Şanê pêşkêş kir.
Welatî Dexîle Atmişê li ser têkoşîna Eyşe Şanê got:
"Malbata wê jê hez nekiriye lê wê bi ya malbata xwe nekiriye û dengbêjiya xwe domandiye.
Ji ber vê yekê bi taybetî ji bo me Dayîka Eyşe Şan gelekî girîng e."
"Cihê wê nayê tijîkirin"
Arşîvkarê Dengbêjiyê Seyfettîn Goren jî diyar kir, "Cihê wê nayê tijîkirin. Yek jî nikare cihê wê bigire."
Eyşe Şana ku bi nasnavê "Keybanûya Bêtaç" tê naskirin, sala 1938an li Amedê ji dayîk bûbû.
Hunermenda Kurd 18ê Kanûna Pêşîn a 1996an li Îzmîrê koça dawî kiribû û li wir hatibû veşartin.
Piştî hewlên mezin û derbasbûna 29 salan bi ser wefata wê de, cenazeyê Eyşe Şanê 18ê Hezîrana 2025an ji Îzmîrê veguhastin Goristana Yenîkoyê ya Amedê û li wir bi axê hatibû spartin.