Li gorî amarên dawî yên Tora Medyayî ya Rûdawê ku rojane tên tomarkirin, ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re heta beriya agirbestê bi sedan êriş li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Ji 28ê Sibatê heta îro berê sibehê, bi zêdetirî 700 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Li gorî amarên ku Rûdaw rojane tomar dike, ji saet 11:00ên pêşniyvroya sêşemê heta 8ê Nîsanê bi 5 mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Du mûşek li parêzgeha Hewlêrê, du mûşek li parêzgeha Silêmaniyê û mûşekek jî li parêzgeha Dihokê ketiye xwarê.
17 kesan canê xwe ji dest da
Li gorî amara dawî ya Rûdawê, ji 28ê Sibatê heta 8ê Nîsanê nîvro, bi giştî bi 703 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di encama van êrişan de 17 kesan canê xwe ji dest da û 92 kes jî birîndar bûn.
Amara herî nû ya êrişan a li gorî parêzgehan wiha ye:
Hewlêr: 560 dron û mûşek
Silêmaniyê: 115 dron û mûşek
Dihok: 26 dron û mûşek
Helebce: 2 dron
Êrişên herî nû yên li ser Herêma Kurdistanê
- Îro derdora saet 01:30î yê berê sibehê, êrişeke dronî li ser parêzgeha Dihokê hat kirin. Li gorî zanyariyên Rûdawê, dron li asmanê yek ji gundên navçeyê hatiye teqandin.
Îro derdora saet 03:00yê berê sibehê, li Silêmaniyê û derdora wê dengekî bihêz hat bihîstin. Ne diyar e ku sedema wê êrişeke dronî yan jî mûşekî bûye.
Şeva sêşemê derdora saet 11:25an, dronek li Hewlêrê ket xwarê. Li gorî zanyariyên Rûdawê ti xisareke canî çênebû.
Sêşemê derdora saet 11:30î, dengekî bilind li Hewlêrê hat bihîstin.
Nîvroya sêşemê derdora saet 12:00an, bi dronê êrişî sînorê Çiyayê Gulanê yê navçeya Derbendîxanê ya parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.
Hûrgiliyên qurbaniyên êrişan
Li gorî amaran, di encama êrişên ji 28ê Sibatê ve 17 kesan canê xwe ji dest da û 93 kes jî birîndar bûn.
Ji wan kesên ku canê xwe ji dest daye 7 ji wan Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yekê bûn. Ev Pêşmerge li navçeya Xelîfanê yê parêzgeha Hewlêrê şehîd ketin.
Karmendekî asayîşê jî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê şehîd ket. Her wiha 2 hevjîn li mala xwe di êrişeke bi dronê de şehîd ketin.
Şeş ji qurbaniyan jî Pêşmergeyên 3 partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn. 2 ji wan li Hewlêrê, 2 li parêzgeha Silêmaniyê û 2 jî li Başîqê yê Deşta Neynewayê şehîd bûn.
Her wiha 12ê Adarê leşkerekî Fransayî li Hewlêrê canê xwe ji dest da.
Birîndar
Li gorî amarên berhevkirî yên Rûdawê beşek ji birîndaran ev in:
30 Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yekê yên li Îdareya Serbixwe ya Soranê, 3 karmendên asayîşê yên li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, 3 Pêşmerge, 2 parêzvanên taybet ên li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê, parêzvanekî Hotela Titanicê ya li Silêmaniyê, 2 karmendên Parastina Sivîlan a Xelîfanê, 2 Pêşmergeyên Hêzên 70yî û polîsek.
Her di nava birîndaran de 18 sivîl hene. Yek ji wan li Hewlêrê kuryeyekî ser matorê bû.
Kesek li Kampa Bacid Kendalê ya Zaxoyê û perestarek jî li Kampa Azadiyê ya Koyeyê birîndar bûn.
Li Kampa Zewî Spî ya Koyeyê 3 sivîlên ji Rojhilatê Kurdistanê û li taxa Qelawayê ya Silêmaniyê jî zarokek birîndar bûn.
Her wiha 2 welatî li Kampa Cejnîkanê ya Hewlêrê, 4 welatî li taxeke Hewlêrê û 2 xwendekar jî li navçeya Xebatê ya Hewlêrê birîndar bûn.
31ê Adarê jî 3 ciwanên din li Hewlêrê birîndar bûn.
Birîndarên din Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û 5 leşkerên Fransî yên li Hewlêrê bûn.
Deverên ku rastî êrişan hatine
Parêzgeha Hewlêrê:
Dron û mûşek li van navçe, gund û taxan ketine: Gundê Zergezewiyê, gundê Kêşkeyê, Dola Melekanê, Herîr, Kanî Qirjale, Balîsan, Xebat, navçeya Rizgariyê, Spîlk, Mela Qere, Karêzan, Kampa Zewî Spî, Kampa Cejnikanê, Dream City, Kesnezan, Pîrzîn, taxa Fermanberan, Sêbîran, Roşenbîrî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Nûseran, Hevalan, Gundê Koreyê, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, Kampa Azadiyê, Çoman, Soran û baregeha yekîneyên Pêşmergeyan.
Parêzgeha Silêmaniyê:
Silêmanî, Îdareya Serbixwe ya Raperînê, gundê Şêx Weysawayê, Girdî Rîaye, Mêrgepan, Qelawe, taxa Beranan, Kolana 60 Metreyî, gundê Zirgiwêzê, gundê Zirgiwêzeleyê, navçeya Sûrdaşê, qezaya Kifriyê, Hêzên 70yî yên Pêşmergeyan, taxa Tasluceyê, Çiyayê Zimnakoyê û baregeha yekîneyên Pêşmergeyan.
Parêzgehên Dihokê:
Qada petrolê ya Sersingê, Kampa Bacid Kendalê, Akrê, navçeya Bicîlê, qezaya Berdereşê û taxa Maltayê ya li bajêr.
Her wiha 3 dronên din li qada petrolê ya Çemankê ketin xwarê û li Amediyê jî 3 dron ketin xwarê.
Parêzgeha Helebceyê:
Navenda Helebceyê û Çiyayê Şinruyê jî ji wan cihan bûn ku di êrişekê de bi 2 dronan hatin armancgirtin.