Amara rojekî Koronayê li Îranê: 452 mirî, 11 hezar û 203 pêketî

.

Li Îranê 452 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 11 hezar û 200 kesên din jî bi Koronayê ketin.

Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di 24 saetên borî de 11 hezar û 203 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û hejmara pêketiyan gihîşt 749 hezar û 525 kesan.

Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 452 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 41 hezar û 34 kesan.

Li Îranê rojane derdora 4 hezar nexweşên Koronayê jî baş dibin û heta niha 552 hezar û 747 kes baş bûne.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê