Almanyayê biryara Iraqê pejirand û hêzên xwe ji wî welatî vedikêşe

Îro hikûmeta Almanyayê biryara duh a parlamentoya Iraqê pejirand, ku hêzên bîyanî yên li Iraqê bên derxistin û Almanyayê jî biryar da xwe ji Iraqê vekêşe.

Navenda Nûçeyan- Vê derbarê de wezareta derve ya Almanyayê teqez kir, ku biryara hikûmeta Iraqê dipejirînin bo derketina hêzên bîyanî yên li wî welatî û ew jî dê hêzên xwe ji Iraqê vekêşin.

Herwaha amaje bi wê yekê hate kirin ku pirsa milmilaneya Amerîkayê û Îranê dê bixin pêş encûmena asayîşa Netewên Yekbûyî.

Ji alîyeke din ve wezareta derve ya Almanyayê biryara nû ya Îranê ya xwe vekêşîna ji rêkeftina atomî jî wek binpê kirineke din a wî welatî pênase kir.

Pêr 05.01.2020ê parlamenterên şîe yên Iraqê pêşnûmeya derxistina hêzên bîyanî ji Iraqê pejirand.

Basnews

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê