Almanya û Fransa Alîkarîya Diravî ya bo WHO Zêdetir Dikin

Almanya û Fransa dîyar kirin ku ewê pirtir alîkarîya diravî bidin Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO).


Navenda Nûçeyan - Li gor daxuyanîyên karbidestên her du dewletan, îsal Almanya dê 500 mîlyon euro, Fransa jî dê 140 mîlyon euro alîkarî bide.

Serokê Amerîka Donald Trump meha borî gotibû ku wan alîkarîya bo WHO’yê rawestandîye.

Berî biryara Trump, ji nav welatên cîhanê herî zêde Amerîka alîkarî dida WHO’yê.

Karbidestên Almanya û Fransa dan zanîn ku ti peywendîya alîkarîya wan bi biryara Trump re tune.

Dengê Amerîka

 

Avrupa Haberleri

Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê
Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend
Sergey Lavrov û Marco Rubio li ser danûstandinên Stenbolê axivîn