Almanya qedexeya PKKê gotûbêj dike

Tê çaverêkirin îro Parlamentoya Almanya ji bo cara yekê dê gotûbêjê li ser rakirina qedexeya li ser PKKê bike. Partiyên çep yên Almanyayê dixwazin ew qedexeya ku li ser PKKê hatiye ferzkirin, were rakirin

Tê çaverêkirin îro Parlamentoya Almanya ji bo cara yekê dê gotûbêjê li ser rakirina qedexeya li ser PKKê bike. Partiyên çep yên Almanyayê dixwazin ew qedexeya ku li ser PKKê hatiye ferzkirin, were rakirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Berlînê ragihand ku parlamenterên Almanyayê derbarê rakirina qedexeya li ser PKKê de bûne du beş, hin ji wan dixwazin vê mijarê gotûbêj bikin û hinek jî dibêjin, dem neguncayî ye.

Ji sala 1993 ve kar û çalakiyên PKKê li Almanyayê hatine qedexekirin, piştî ku endam û alîgirên wê partiyê çend cihên tirkan li Almanyayê kirin armanc.

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê