Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ragihand ku hişyariya geştyariyê ya ji bo Sûriyeyê tenê ji bo welatiyên Almanyayê ye.
Wezaretê her wiha eşkere kir ku ji ber hebûna "komên terorîst û mîlîsên tawankar" ên li Sûriyeyê, "metirsî li ser hemû çîn û beşên civaka Sûriyeyê berdewam dike."
Li gorî wezaretê, ev metirsî "ne her tim ji ber sedemên olî yan neteweyî ne" lê zêdetir ji ber "nakokiyên siyasî, sedemên tolhildanê û teoriyên komployê" jî derdikevin.
Ofîsa Çapemeniyê ya Wezareta Karên Derve ya Almanyayê derbarê rewşa ewlehiyê ya Sûriyeyê bi rêya e-mailê bersiv da pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê.
Wezaretê ragihandê ku Berlînê hişyariya xwe ya dawî ya geştyariyê "bi giştî" ji bo welatiyên xwedî nasnameya Almanyayê daye.
Almanya: Li Sûriyeyê hemû kom û pêkhate di bin metirsiyê de ne
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê behsa metirsiya li ser pêkhateyên li Sûriyeyê kir û got:
“Ji ber rewşa ewlehiyê ya ku her tim diguhere, hebûna komên terorîst û mîlîsên tawankar û vê rastiyê ku gelek nakokiyên navxweyî yên Sûriyeyê nehatine çareserkirin, ti koma niştecihan ne parastiye û metirsî li ser hemû kesî heye. "
Li gorî Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, aloziyên ku li Sûriyeyê rû didin her tim ne li ser bingeha olî û neteweyî ne.
Wezaretê amaje pê kir ku sedemên girêdayî tolhildana serdema Esed, teoriyên komployê û gotinên bi kîn û nefret sedemên wan nakokiyan in.
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê her wiha diyar kir ku li ber çavgirtina rewşa wî welatî, hişyariya geştyariyê bêyî cudahî ji bo seranserê axa Sûriyeyê hatiye dayîn.
4 hezar koçberên Sûriyeyê daxwaza vegerê kirine
Li aliyê din beriya bi hefteyekê Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê jî ji Rûdawê re ragihandibû ku îsal zêdetirî 2 hezar kes vegeriyane Sûriyeyê.
Wezaretê eşkere kiribû ku ji destpêka îsal heta 15ê Îlonê, 4 hezar û 424 koçberên Sûriyeyî bi dilxwazî daxwaza vegera Sûriyeyê kiriye.
Li gorî gotina Wezareta Karên Navxwe ji ber ku netewe di sîstema wan de nayê tomarkirin, nayê zanîn ka çend ji wan kesên daxwaza vegerê kirine Kurd in.