Almanya ji bo koçberan projeyeke nû amade dike

.

Wezîrê Koçber û Malbatan û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Nordrhein-Westfalenê tekez dike ku ew pêdeçûnê bi siyaseta derbarê koçberan de dikin û projeyeke nû amade dikin.

Wezîrê Koçber û Malbatan û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Nordrhein-Westfalenê Dr. Joachim Stamp di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê bersiva pirsên Ala Şalî da.

Wezîrê Koçberan ê Herêma Nordrhein-Westfalenê , bi rêya Rûdawê awa û rêya nû a gehiştina kesên ku dixwazin biçin welatê wî ragihand. Joachim Stamp ragihand, ku hikûmeta Almanya ya nû kar bo bidûvçûna siyaseta koçberbûnê li welatê xwe dike û dixwaze siyaseteke nû ya koçberbûnê bîne rojevê.

Joachim Stamp di bersiva pirsyarên peyamnêra Rûdawê de eşkere kir, ku ew reformê di mercên hilgirtina nasnameyê de dikin, û ji niha û bi şûnde li Almanya rê bi hilgiritina du nasnameyan didin, ev yek jî pêşan da, ku kompanyayên biçûk û navîn yên Almanya li pey kesên xwedî şiyan ên li Herêma Kurdistanê digerin û şensê karkirina wan kesan li Almanyayê zêde bilind dibe.

Wezîrê Koçber û Malbatan û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Nordrhein-Westfalenê yê Almanyayê ku hevdem cêgirê serokwezîrê herêma xwe ye dibêje, berê wî serdana Hewlêr û Duhokê kiribû, û wan bi cihên balkêş binav dike, tekeziyê li wê yekê dike, ku hikûmeta Almanya kar bo piştîvaniya aramiya Herêma Kurdistanê dike, û dibêje: Peywendiyeke min a baş ligel berpirsên Herêma Kurdistanê heye.

Bala berpirsê Almanî ne tenê li ser xelkê Başûrê Kurdistanê ye, ew projeyên kar  ku  ji aliyê hikûmeta wî ve kar li ser hatiye kirin bi borseya kar binav dike, tekeziyê li wê yekê jî dike, ku li nav Herêma Kurdistanê bo birina destên kar bo Almanyayê, cudabûnê di navbera netewe û pêkhateyên akinciyên nav Herêma Kurdistanê de nakin.

Joachim Stamp dibêje, bo projeyên nû yên hikûmeta nû ya Almanyayê, peywendî ligel kompanyayên Almanyayê çêkirine, û ew hêvîxwaze projebiryar derbarê borseya kar û birina destên kar ji Kurdistanê bo Almanyayê di zûtirîn dem de destpê bike.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hewlêrê Li Amedê Seredana PWKyê Kir
PWK: 1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê piroz be
Amerîka: Em ji hewl û xebatên serok Barzanî yên hilbijartinê agahdarin û dibînin
Rêya Wanê û Miksê 130 roje girtiye
Siyasetmedar û rewşenbîr Kamîl Jîr wefat kir