Almanya herî zêde çek difroşe Tirkiye

Ligor lêkolînên Deustche Welle Almanya herî zêde çek difroşe Tirkiye. Firotina çek bo Tirkiye ji sedî 60 a firotina hemû çekên Almanya bo welatên derve ye.


Ligor lêkolînên Deustche Welle Almanya herî zêde çek difroşe Tirkiye. Firotina çek bo Tirkiye ji sedî 60 a firotina hemû çekên Almanya bo welatên derve ye.


Di dem a ku di navbeyna Yekîtiya Ewrûpa û Tirkiye de pirsgirekên mezin bi taybetî li ser lêgerînên Tirkiye yên enerjiyê li peravên Qibrisê rû didin û ev yek bû ye egera dorpêçên Ewrûpa dijî Tirkiye, yek ji welatên herî bihêz ên YE – Almanya herî zêde çek firotiye Tirkiye.


Wezareta Aborî ya Almanya ragihand, ku di 4 mehên destpêkî yên îsal de Almanya bi qasî 184 milyon û 100 hezar Euro (zêdeyî 200 milyon Dolar ên Amerikî) çek firotiye Tirkiye, ku dike ji sedî 60î  firotina çek ên Almanya.
Par jî di firotina çek ên Almanya de Tirkiye rêza yekem bû.
 

Avrupa Haberleri

PWK-SWÊD, LI STOCKHOLM Û ÛPSALAYÊ CIVÎNÊN AGAHDARÎYÊ LI DAR XIST
Li Fransayê hezar polîs birîndar bûn û nêzîkî 2400 kesî hatin desteserkirin
Hişyariya Macron: Kesên tundiyê dikin dê werin cezakirin
Li 5 welatên Ewropayê xwendekar û mamoste daketin kolanan
Li Vatîkanê ala Kurdistanê hat bilindkirin: Têkilî kûr dibin