Ji bo Ferhat Unvarê ku di êrişeke nijadperestan de hatibû kuştin konferansek hat lidarxistin.
Li Almanyayê "Înîsiyatîva Perwerdeyê ya Ferhat Unvar" a ku ji aliyê dayîka wî xortê Kurd ve hatiye damezirandin ku sala 2020î di êrişeke nijadperestî de hatibû kuştin, ji bo gotûbêjkirina mijara nijadperestiyê û paşeroja ciwanên koçber ên li Almanyayê konferansek saz kir.
Konferans îro bi dirûşma "Paşeroj ji bo kê ye?" hat lidarxistin ku hevdem e li gel salvegera damezirandina înîsiyatîvê û rojbûna Ferhat Unvarê rehmetî.
"Ez vî karî ji bo ciwanan dikim”
Serpîl Unvara dayîka Ferhat û damezirênera înîsiyatîvê ji hevkara me Mey Dostê re ragihand:
"Ez vî karî ji bo ciwanan dikim û pir pê serbilind im. Ez dixwazim ji ciwanên bi eslê xwe koçber re bibêjim, dengê we tê bihîstin."
Di beşeke sereke ya konferansê de, ji bo hinek ciwanên bi eslê xwe koçber panelek hat organîzekirin û wan behsa paşeroja xwe û kesên wekî xwe yên li Almanyayê kir.
Du xortên Kurd di nav panelîstan de bûn, yek ji wan xortekî Kurd ê Êzidî bû ku di dema êrîşa DAIŞê ya li ser Şingalê de (2014) temenê wî tenê 11 sal bû.
Komîsera Hikûmeta Federal a Almanyayê ya ji bo Kar û Barên Koçber, Penaber û Entegrasyonê Natalie Pawlik û Şaredarê Bajarê Mezin ê Hanauyê Claus Kaminsky beşdarî konferansê bûn û axivîn.
Hunermendê Kurd Mehmûd Akbaş di dawiya merasimê de berhemeke muzîkê pêşkêş kir.
Rastgirekî tundrev ê Almanyayê yê bi navê Tobias Rathjen 19ê Sibata 2020î li bajarê Hanauyê êrişî du qehwexaneyan kir û 9 kes kuştin ku du ji wan Kurd jî hebûn.
Pişt re êrişkar vegeriya malê û piştî kuştina dayîka xwe, xwe jî kuşt.
Ferhat Unvar yek ji qurbaniyên wê êrişa nijadperestî bû ku wê demê 23 salî bû.
Hewlên Hikûmeta Almanyayê
Hikûmeta Almanyayê dixwaze bi şêwazeke nû rûbirûyî nijadperestiyê bibe û ji bo vê mebestê li ser planeke nû ya bi navê "Plana Kar a Niştimanî ya li Dijî Nijadperestiyê" kar dike.
Natalie Pawlikê piştî beşdarbûna konferansê ragihand, "Em ji bo bihêzkirina rêkarên li dijî nijadperestiyê, li ser planeke nû kar dikin."
Nijadperestî çi ye?
Tîmeke pisporan berê pênaseyeke nû ji bo nijadperestiyê danîbû.
Li gorî pênaseyê nijadperestî ev e: "Polînkirina mirovan li ser bingeha şêweyê derve, çand, esl an jî olê û paşê biryardana li ser wê yekê ku kîjan kom serdest e û kîjan kom kêmtir e."
Armanc ji vê pênaseyê ew e ku karmendên hikûmetê baştir di pirsgirêkê de têbigihîjin û karibin di karên xwe de bi awayekî baştir rûbirûyî wê bibin.
Di daxuyaniya ku li ser navê Paulickê hat belavkirin de hat diyarkirin ku "nijadperestî êdî ne pirsgirêkeke marjînal e" û hat eşkerekirin ku li Almanyayê her 75 xulekan carekê, tawaneke nijadperestiyê diqewime, lewma divê qurbanî baştir bên parastin.
Li gorî bernameyê, plana nû dê sala 2027an amade bibe û bikeve meriyetê.
Rûdaw